Kurdî-Kurmancî (Kurdisch-Kurmanji)

Zarokê min nexweş e – Ez dikarim ji ku derê alîkariyê wergirim?

Silav! Di vê peyamê de mijara navendên cûrbicûr ên serlêdanê ji bo zarokên nexweş li bajarê Bazil (Basel) û Bazillendê tê hilêxistin. Ez bi alîkariya 4 pirsan nîşanî te didim ku zarok li kîjan navendê alîkariya guncan werdigire.

Gelo zarokête nbexweş e û tu piştrast nînî ku gelo ev zarok divê serdana bijîşkekî bike an na?

Here dermanxaneyê. Karmend dikarin li ser karûbarên bijîşkî yan pirsên li ser dermanan şêwr û rawêjkariyê bidine te. Ji bo vî karî hewceyî dema serlêdanê nînî. Li dermanxaneyan bi gelek zimanan tê axaftin.

Tu dikarî bi rawêjkariya dêûbavan re jî têkilî dayînî. Rawêjkar di warê bijîşkî de hatine fêrkirin û bi gelek zimanan diaxivin. Ew bi te re li ser vê mijarê gotûbêj dikin ku çawa zarokê te piştevaniya herî baş wergire. Ew li ser pirsên têkildarî mezinbûn û terbiyeyê jî alîkarî didin. Tu dikarî di vê adresê de hejmara telefonan û navnîşanên şêwirîna dêûbavan bibînî: www.meinkindistkrank.ch.

Gelo tu dixwazî digel zarokê xwe serdana bijîşkekî bikî?

Di vê rewşê de demeke serlêdanê ji ofîsa bijîşkê zarokê xwe werbigire. Vê randevuyê anku dema seredanê dikarî bi rêya telefonê ji xwe re veqetînî. Her wiha tu dikarî bi rêya telefonê bipirsî bê ka gelo zarok qet divê veguhezînî ccem bijîşk an na. Di rewşekê da ku te hîn Bijîşkê Zarokan tuneye, şêwirîna dêbavan dikare di peydakirina Ofîsekê alîkariyê bide.

Gelo tu dudil û bêbiryar î ku zarokê te divê serdana Beşa Lezgîn bike û Bijîşkê Zarokan ê te li ber dest nîne?

Di vê rewşê de tu dikarî digelNavenda Têkiliya Awarte ya Bijîşkî têkilî dayînî. Ev navend bi awayê belaş bi rêya telefonê şêwirînê dide te û hertim heta di şevê de û dawiya hefteyê jî 24 saetan heye. Hejmara telefona wê 061 261 15 15 ye.

Gelo zarokê te pirsgirêkeke bijîşkî heye ku nikare li bendê bimîne?

Vêca seredana Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha UKBBbike. Eger pirsgirêk ewqasî giran nîne, digel ofîsa Bijîşkê Zarokan têkilî dayîne.

Gelo zarokê te di rewşeke gefa dijî jiyanê ye?

Di vê rewşê de bi têkiliya bi rêya hejmara 144 rasterast daxwaza ambûlansê bike.

Hemî navnîşan û zanyarî bi 16 zimanan li adresa www.meinkindistkrank.ch

Ez ji bo te û zarokê te hêviyên herî baş dikim.

Zarokê min Taya xwe heye

Ez dikarim çi bikim? Kengî divê serdana bijîşkekî bikim?

Silav! Di vê peyamê da mijara tayê/germahiya bedenê di zaorkan da tê hilêxistin. Ez derbarê vêya ku di dema tayê da dikarî çi karekî bikî pû kengî zarokekî hewcetî bi bijîşk heye, hin rênîşandanan raberî te dikim.

Demekê zarokekî ta heye ku germahiya bedena wî zêdetirî 38.5 dereceyên celsiyûs be. Derbarê zarokên bin temenê 3 mehî heta ji 38 dereceyên selsiyûs zêdetir. Di dema tayê da gumên/dêmên zarok sor û eniyê wî bi tîn dibe,. Her wiha ew pirrî caran tûşî zekemê an elameteke din a nexweşiyê dibe. Helbet pirrî caran ev ta xeternak nîne. Ta alîkariya bedenê ji bo başbûnê dike.

Bi van 5 rênîşandanan tu dikarî alîkariya zarokê xwe di dema ketina bi tayê da bikî:

  1. Ava zzehf û çayê ji bo vexwarinê bide zarokê xwe. Ji bo zarokên nûwelidî şîrê dayîkê an jî podreya şîr bidiyê.
  2. Bihêle bila zarokê te gellekî razê.
  3. Tenê kincekî sivik li zarokê xwe ke. Lihêf an tiştekî din navêje ser.
  4. Ji bo zarokan hin dermanên taybet ji bo çareserkirina tayê hene. Ji dermanxxaneyê bipirse bê ka çi derman ji bo zarokê te baş in.
  5. Gelekî bala xwe bide ser zarokê xwe. Wek mînak tu dikarî ji bo zarokê xwe tiştekî bixwînî.

Gelo tu dudil û bêbiryar î ku divê digel zarokê xwe serdana bijîşkekî bikî an na? Di van 8 rewşan da zarokekî hewcetî bi bijîşk heye:

  1. Zarok ta heye û temenê wî kêmtir ji 3 mehan e.
  2. Ta piştî 4 rojan baştir nebûye.
  3. Daxisstina tayê bi dermankirinê ne pêakn e.
  4. Zarok gellekî westiyayî ye. Ew kêmtir bertek nîşan dide û hişyarkirina wî dijwar e.
  5. Zarok şilekiyan venaxwe û paçikên xwe şil nekirine.
  6. Zarok êdî nikare seriyê xwe ber bi pêş va bitewînbe an bertek nîşanî pelandin an hesassiyetê bide.
  7. Zarok tûşî pirzikên ser çerm hevrê digel xalên sor bûye. Ev xalên sor nikarin bi guvişandinê ji nav herin.
  8. Zarok tûşî behicîna ji ber tayê bûye. Di vê demê da masûlke tûşî lerizînê dibin, zarok bêhiş dibe an reşika çavên wî ji rewşa xwezayî derketiye.

 

Gelo tu piştrast nînî ku divê çi bikî? Ji şêwirîna dêbavan an jî ofîsa bijîşkê zarokan bipirse. Hemî navnîşan û hejmarên telefonan li vir dibînî: www.meinkindistkrank.ch

Ez ji bo te û zarokên te hêviyên herî baş dikim!

Zarokê min dikuxe

Ez dikarim çi bikim? Kengî divê serdana bijîşkekî bikim?

Silav! Di vê peyamê da mijara kuxînê di zarokan da tê hilêxistin. Ez derbarê vê yekê ku di dema kuxînê da dikarî çi karekî bikî û kengî zarokekî hewcetî bi bijîşk heye, rênîşandanan raberî te dikim.

Kuxîn rêbazeke parastinê ji bo vekirîbûna rêkên bêhnkişandin û bêhnberdanê hye. Di wê demê da gewrî tê tehrîkkirin û di nav bêvil da şilekî çê dibe. Pirraniya zarokan ji ber vê yekê dikuxin ku tûşî qerisîn/zekem anku grîpê bûne.

Ev 4 rênîşandan dikarin alîkariya zarokê te di dema kuxînê da bikin:

  1. Şilekiyên zehf ji bo vexwarinê bide zarokê xwe. Vexwarin dikare bibe sebeba arambûna gewrî, çilmê ji nav dibe û handana bo kuxînê kêm dike.
  2. Bi awayekî berdewam pencereyê ji bo hewayê taze veke. Her wiha hewayê şil û bi nêm dikare sûdmend be. Wek mînak tu dikarî hin xawliyan şil bikî û li ser şûfajê daleqînî.
  3. Bihêle bila zarokê te gellekî razê. Jora bedena zarok wek mînak bi girikeke li bin doşekê bîne jor. Ev kar nefeskişandin û raketinê hêsantir dike.
  4. Gelekî bala xwe bide ser zarokê xwe. Wek mînak tu dikarî ji bo zarokê xwe tiştekî bixwînî.

Gelo tu dudil û bêbiryar î ku divê digel zarokê xwe serdana bijîşkekî bikî an na? Di van 5 rewşan da zarokê te hewcetî bi bijîşk heye:

  1. Zarok bi dijwarî û bilezûbez nefes dikişîne an nefeskişandineke „bi dengê weke fîtikê“ heye.
  2. Zzarok ji 4 roj berê va dikuxe û bi tayê/germahiya bedenê ketiye.
  3. Zarok di dema nefeskişandinê da êşa wî heye.
  4. Kuxîn zêdetir ji 14 rojan berdewam e.
  5. Zarok westiyayî ye û êdî naxwaze bilîze.

 

Gelo tu piştrast nînî ku divê çi bikî? Ji şêwirîna dêbavan an jî ofîsa bijîşkê zarokan bipirse. Hemî navnîşan û hejmarên telefonan li vir dibînî: www.meinkindistkrank.ch

Ez ji bo te û zarokên te hêviyên herî baş dikim!

Zarokê min nexweş e û ez divê bixebitim – divê çi bikim?

Silav! Di vê peyamê de mijara pirsên têkildarî çavdêriya ji zarokên nexweş tê vekirin. Zarokekî nexweş dibe ku ji bo te wek dê/bav gelekî stresdar be û hewceyî organîzekirineke zêde be. Li vir tu zanyariyên têkildarî sê mijaran werdigirî.

  1. Têkildarî çêwaza rûbirûbûna bi nexweşiyê re li Navendên Çavdêriya Rojane ya Zarokan (Kita) û dibistanan
  2. Li ser mafên te têkildarî kar û
  3. li ser xizmetên piştevaniyê yên têkildarî çavdêriyê

Zarokê min nexweş e. Gelo ew dikare bi vî halî biçe Kita yan dibistanê?

Zarokê te tenê di rewşekê de dikare dîsan biçe dibistan an Kita’yê ku bo heyama 24 saetan ji tayê rizgar bûbe. Helbet têkildarî hinek nexweşiyan hinek rêzikên taybet tên sepandin. Belgeyeke rênîşandanê ya pêkhatî ji pêşniyaz û şîretên deqîq di vî warî de li adresa www.meinkindistkrank.ch dibînî.

Ji bo bajarê Basel’ê: richtlinie-infekt-krankheiten-2024.pdf (bs.ch)

Ji bo Baselland’ê: Destûrkar (webcloud7.ch)

Zarokê min nexweş û ez divê bixebitim. Divê ez çi tiştî bizanim?

Di qanûnê de hatiye ragihandin ku tu wek dayîk/bav dikarî ji bo her babeta nexweşiyê herî pir sê rojan li malê bimînî da ku çavdêriya zarokê xwe bikî. Di van sê rojan de divê hewl bidî ku çavdêrekî guncaw organîze bikî. Di rewşekê de ku zarok bo heyameke dirêjtir nexweş be û çavdêrekî din tunebe, divê bi kardêrê xwe re biaxivî û dibe ku ji rojên betlaneyê yan saetên karê zêdebarî bi kar bînî.

Dibe ku hewceyîya te bi belgeyeke piştrastkirina bijîşkî hebe. Ji kardêrê xwe bipirse ku çi cûre rêzik û rêsa li kompaniya te dihêne sepandin.

Ez divê bixebitim û ti kes nikare çavdêriya zarokê min bike. Min çi bijardeyek heye?

Xaça Sor a Swîsreyê amadekariya hebûna karmendên perwerdebûyî û bi-ezmûn dide ku serdana mala te dikin. Zarokê te dikeve bin terapî û çavdêriyê. Ev karmend jemên xwarekê teyar dikin, bi zarokê te re dilîzin û bi hevahengiya te hin dermanan raber dikin. Ev xizmet ji bo zarokên heta 12 salî dihêne sepandin û peredan ji wan re gerek e. Hinek fondên xizmetên dermanî van lêçûnan digirin ustiyê xwe. Ji fonda xizmetên dermanî ya xwe bipirse. Zanyariyên têkiliya bi Xaça Sor a Swîsreyê li adresa www.meinkindistkrank.ch dibînî.

Rotes Kreuz Basel-Stadt: 061 319 56 51, https://www.srk-basel.ch/entlastung-1/familienentlastung
 
Rotes Kreuz Baselland: 061 905 82 19, https://www.srk-baselland.ch/fuer-sie-da/entlastung/familienentlastung

Ez ji bo te û zarokên te hêviyên herî baş dikim!